Daxuyaniya Destûrî ya Komara Kurdistanê

Nivîsa yekem a destûrê û bingeha rêkxistina pergala destûrî, qanûnî û siyasî ya Komara Kurdistanê.

Neteweya Kurd, wek neteweyeke dayik, xwedî û mîrasgirê resen ê wan rastiyên avaker ên dîrokî û şaristanî ye ku ji kûrahiya dîroka Sumer, Mîtanî, Hûrî, Gutî û hwd. derketine û di Mad / Medya û Sasanîyan de gihîştine lûtkeya yekxistina aqla dewletdarî. Ev aqla dewletdarî li ser tevahiya wargeha neteweyî ya Kurd serwer bûye û hebûna xwe sepandiye. Ev hebûn, ku reh û rîşeyên xwe di çandên kevnar ên Qefqas, Zagros, Elborz û Toros de daniye, ne tenê girêdaneke erdnîgarî bû, lê heman hebûna xwe-sepîner a dîrokî bû ku ji çiyan şaristanî biriye bajaran û dewlet-bajarên deştên derdora xwe, û li ser bingehê serweriya xwe ya reha û yasaya xwe ya bi hezar salan ava kiriye.

Di sed salên borî de, û niha piştî derbasbûna qonaxa bindestiyê û êşên jenosîdê û hemû sûcên nebexşandinbar, bi piştgirîya aqla giştî, zanebûna hevpar û vîna eşkere ku bi awayekî fermî di referanduma 2017an de li başûrê welat hate derbirîn; bi bilindkirina deng li parçeyên bindest, di forma derketina li kolanan de ji bo piştgirîya dengê serxwebûnê li başûrê welat; û herî dawî jî bi bilindkirina dengê serxwebûnê di xwepêşandanên bi sed hezaran ên Çileya 2026an de, bi dirûşmeyên warparêz û dewletxwaz û bi bilindkirina ala pîroz a Kurdistanê, em bi vê Destûrê vîna herhebûnî ya Kurdan radigihînin.

Komara Kurdistanê, ku li Mehabadê — 1946 — wek vîneke neteweyî ya reha hate ragihandin, ji aliyê wate û rewayiyê ve bi herhebûnî maye; her çend dagirkeran bi awayekî fizîkî Komar hilweşand û neteweya Kurd xistin nav rewşeke dirêjxayen a hilweşandinê — Deconstruction — lê ev Destûr, wek daxwaza herî bilind a hebûn-xwazî, dawî li wê rewşê û li herikîna lêl a hilweşandinê û bêkomarîyê tîne, û wateya dîrokî ya Komarê ji bo rastiya serweriyê ji nû ve ava dike; bi vî awayî, em xwe vediguherînin subjekteke çalak a dîrok-çêker di hundirê welatê xwe de, ku her Kurd hemwelatiyê Kurdistanê ye û hemû Kurd hemwelatiyên Komara Kurdistanê ne.

Ev Deklarasyon destpêka biryarder a rewayî û xwe-serçavkiya destûrî ya Komara Kurdistanê ye; bi vê wateyê, ew saziya yekemîn a Dewleta Kurdistanê ye ku wek amûrekî pîroz û pêwîst, û wek qad û jîngeha siyaseta warê ji bo bicîhanîna vîna gewherî ya neteweya Kurd li welatê Kurdistanê hatiye damezrandin, û bi tu awayî rewayiya xwe ji derveyî peymana navbera Kurdan û wargeha neteweyî ya xwe nastîne.

Forma komarî ya Dewleta Kurdistanê, wek bingehînekî heyî û wek redkirina reha ya her cure desthilatdariya malbatî yan kesayetperest, destkefta herî bilind a têkoşînê, hevhişyarî û xwehişyariya neteweyî ye ku di vê Destûrê de deng vedide. Armanca bilind a Dewleta Kurdistanê di nav vê Destûrê de, hem dabînkirina xizmeta giştî ji bo civaka Kurdistanê ye û hem jî bicîkirina serweriya reha li ser wargeha neteweyî ya Kurdistanê, misoger kirina mayîna bi rûmet a Kurdistanê, û parastina bêmerc a berjewendiyên bilind ên neteweyî li ser hemû berjewendiyeke aliyî, demkî yan komî ye.

Di avahiya desthilatê de, iskeleta bingehîn a dewletdarî bingehê cudakirina gewherî ya desthilatan vedixe. Desthilatdariya dadwerî xwedî serxwebûneke bingehîn û reha ye, ku bi rêya dabînkirina budceya serbixwe û rêveberiya serbixwe hatiye garantîkirin, da ku bibe wijdana bêalî ya Komarê û parêzvanê serweriya qanûnê li ser hemûyan.

Parlamenta Niştimanî û Senato wek dengvedana zanebûna hevpar a Kurdistanê kar dikin, û bi rêya çavdêriya Parlamenta Niştimanî li ser desthilatdariya rêvebir, pêşî li her cure serkêşî û desviya di prosesa qanûndanînê de digirin.

Hemwelatiya Kurdistanî, wek hemwelatiya Pêşmergeyî, xwedî erkê bilind ê niştimanî ye ji bo parastina pîroziya axê û bicîhanîna xizmeta niştimanî. Di qada ewlehiyê de, doktrîna bergiriya çalak û parastina pêşwext, bi rêya îstixbarata niştimanî û Navenda Niştimanî ya Îstixbarat û Analîza Stratejîk, gefan berî ku bigihîjin wargeha neteweyî vala dike.

Hêza Bergiriya Niştimanî / Artêş, wek şûrê pola yê welat, tenê pabendê ala neteweyî ya Kurdistanê û Destûrê ye, û dilsoziya partî yan herêmî di nav vê hêzê de wek sûcekî hilweşîner ê bingehên dewletê tê hesibandin.

Di rehenda aborî de, aboriya niştimanî li ser bingehê aboriya Dewleta Kurdistanê, sermayedariya niştimanî û aboriya pir-bingehî hatiye damezrandin. Çavkaniyên siruştî wek emaneteke pîroz a nifşên paşerojê tên dîtin, û rêvebirina wan bi rêya Encûmena Bilind a Aboriya Niştimanî, armanca geşepêdana domdar û pêşîgirtina ji xwînrijîna hundirîn a darayîya Kurdistanê ye.

Rûbirûbûna gendeliyê, sûcê kleptokratîyê û rizandina dewletê, ku wek jehra di laşê dewletê de tê pênasekirin, erkekî hebûn-xwazî ye ji bo parastina baweriya giştî û serdestkirina şayesteyî, şefafî û zelalî di saziyên Dewleta Kurdistanê de.

Dewleta jîr û pergala dewleta jîr, bi rêya çarçoveyeke qanûnî û exlaqî ya hişk ji bo teknolojiyê, serxwebûna teknolojîk û dijîtal a Kurdistanê misoger dike. Ev rehenda modern parêzvana nasnameya neteweyî ya dijîtal a hemwelatiyan e li dijî her cure têketina algorîtmî û her cure binpêkirina parastina daneyên kesane û taybetiya dijîtal.

Di dawiyê de, ev Destûr, wek doktrîna hebûn-sepîner a Kurdistanîzmê, Kurdîtî — wek reseniyeta hebûnnasî û dîrokî — ligel Kurdistanîtî — wek warparêzî, hemwelatiya qanûnî û wekheviya giştgir — di hevsengiyê de digire; fermîbûna zimanê Kurdî xwedî payeya herî bilind e, û maf û rûmeta nasnameya çandî û zimanî ya ne-Kurdan di çarçoveya dilsoziya bêmerc ji dewletê re û yekitiya warê de tên parastin.

Ev nivîs peymana navbera nifşên borî, niha û paşerojê ye, û redkirina reha ya her cure xiyaneta niştimanî û teslîmbûna li hember biyanîyan e, ji ber ku neteweya Kurd biryar daye ku êdî di tarîkxaneya dîroka modern de nemîne, lê wek subjekteke serwer û xwedî vîna xwe, rûmeta neteweyî bi kiryarê bisepîne.

Bi rêya vê Destûrê, neteweya Kurd Destûra xwe radigihîne; ev belge ne tenê peymaneke siyaseta warê ye, lê rêbereke aqilane ya dewletavakirin û dewletdarî ye, û nexşerêyeke kiryarî ye ji bo siyaseta Kurdistanê, metodolojiya avakirina saziyan û rêveberiyeke jîr.

Li vir, vîna herdemî û herhebûnî ya Kurdan, wek parêzvana mayîna bi rûmet û çavkaniya herdemî ya serweriya Komara Kurdistanê dimîne.

Bijî Komara Kurdistanê,
welatê aqla dewletî û keleha serweriya neteweya Kurd

Îmzeyên Damezrînerên Destûrê:

Manî Avrîn
Hesen Mistefa

Birahîm Melazade
Elend Îbrahîm

Di sala yekemîn a ragihandina Destûra Komara Kurdistanê de

2726-01-01